the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Îskoyê Lezgî

Dilê Min

Lê kurmalê, dilê min hêlîna wê lo teyrê hewa Merezê, dilê min hêlîna teyrê wê lo hewa Ciyê xwe çêkiriye ciyê qazan û qulinga, wê lo refê kewa Kawê canê çi emekê îsal çend sal e min û te ra ber hev da daye De bira Xwedê lê nebe wey wey wey lo badî hewa Lê kurmalê, dilê min î hêlîna wê lo teyrê narî Emrê min, dilê min hêlîna wê lo teyrê narî Li xwe çêkire ciyê qazan û qulinga, wê wê lo vî zinarî Kawê canê, sala îsalê sala guliya ber çav û birûyê belek hatiye serê mi evdalê Xwedê De bira neyê serê Îvongê wê wê lo kurmexwarî Eman gidiyo lo paleyo, wey lê wey lo palegiro De destê dasa wey wey lo te zengilo De wekê şerm e komê xwey xwedaniya min ê bida De çavê spî wê wê lo biçûma alî

Bêjebêje © 2015-2024