Îskoyê Lezgî
Gozê
De bê delîl im delîl im delîl im delîl im delîl imGozê
De bê Gozê gozelê, mahrûmê, ez ê nexweş im, nexweşê vê havînê
Malxirabê, ez ê nexweş im, nexweşê vê havînê
De tu rabe cîkê min evdalê Xwedê dayne porkurê jorê şaneşînê
De bermalî bermalî bermalî bermalî bermalî bermalî
Malxirabê dinyakê boş e, betal e, çerxê felekê ne kesî ra nedomandiye
De wekê çend saleka min Goza mi ra bidomîne
Were bermalî bermalî bermalî bermalî bermalî
De wez ê bermaliya mala giran im gozelê
De bê Gozê gozelê, mahrûmê
Şevê nîveka di şevê bû, dîkê nîvê şevê vê sibê me xulxuland
De baranê hûr hûr dixuşxuşand
Gozê derê mala bavê xwe sekiniye
De nizanim paşî mi evdalê Xwedê Gozêa qîza axê kîra bima
Were delîl im delîl im delîl im delîl im delîl im
De wez ê delîlê Goza xwe me bermalî
De digo Gozê gozelê, mahrûmê
Ez ê nexweş im, halê dilê xwe ra gidiyê pir helak im
De divê koma bav û bira pismama, xwey xwedana rûniştiye
De wez ê şerma belek çeva gozela xwe venakim
Were delîl im delîl im delîl im delîl im delîl im
Malxirabê dinya tev boş e, betal e, çerxê felekê ne kesî ra nedomandiye
De wekê çend saleka min û te ra bidomîne