Îskoyê Lezgî
Lê Zerîyê
De lê lê Zeriyê, xemlê mi xiyalê te didane berî gunda
De lê lê Zeriyê, xemlê mi xiyalê te didane berî emrê
De tu rabe cixarekê titûnê bipêçe bide destê mi mahrûmî kalemêrî
De min mahrûmî kalemêrî, lawiko qurban xema meke
Wez ê cotê çiftê zer memika ji te ra bişînim, xwe ra bike şevbuhêrî, emrê
De lê lê Zeriyê, xemlê mi xiyalê te derd kirim gundooo
De lê lê Zeriyê, xemlê mi xiyalê te derd kirin emrêêêêm
Hesabê tîreke nêçîrvana dilê navê dax dikirin gundo
Hesabê tîreke nêçîrvana dilê navê dax dikirin eman
De dê lê Zeriyê, de tu were wem ê vê sibê hev ra heval yar bin
De lê lê Zeriyê, emrê min bî, de tu were em ê heval yar bin emrê
De tu were de wem ê destê xwe destê hevdu xin
Gazîkî bikin çiyayê bilind da xwar bin emrê
De tu were de wem ê destê xwe destê hevdu xin
Gazîkî bikin çayê bilind da xwar bin emrê