the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Îsmet Awaz

Dûr im

Ti tam nemaye li van dera Li mirovatiyê rabûye xela Dixwazim biçime ji vê dinyê Lê di dost li serê min bûne bela Dûr im ji her derî dûr im Bi ser kela dilê xwe da difûrim Destê min ketiye ser çokê min Weka birîndarê rim û şûr im Welat ji bûy te ez dimirim Ma ez ê sebra xwe bi kê bînim Her dem li te şîn û şahî Çi bikim dûr im ez nabînim Dûr im ji her derî... (Dîsgotin) Sofre parve kir bi dostanî Nan û xwêya min ji dil û canî Hin kes nanêm korî kirin Hin dibên camêr bû nûranî Dûr im ji her derî... (Dîsgotin)

Bêjebêje © 2015-2024