Îsmet Awaz
Evînê
Sebeba dilê me kî ne
Xêr ji canê xwe nebîne
Ma qe ez ji te hez nakim
Dilê min bi kûl û birîn e
Were were evînê
Dil bi kûl û birînê
Di xewna da te dibînim
Çavê te tim bigirîn e
Evînê ji te hez dikim
Te şev û rojê min dizî
Ka qey te ji bîra dikim
Tim dilê min da dijî
Dilê min tev birîn e
Karê min şîn û girîn e
Sebr û hedana min nîne
Evîn ji bo min şîrîn e