the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Îsmet Dax

Bîst û Yek Adar

Dinya bû gulbihar û gulîstan Geşî û ronahî ye li her cî an Bavêj in xeydê hevdû himez kin Niştiman bûye paytext a Cîhan Bîst û yek adar,tune kirî ye jan Karker û kedkar,anî ye jîyan Mizgînî a Rojê bi rûmetî tê Tov ên kedkar an bi hûnerî tê Tarî vedikşe êdî ronahî tê Hebûn a rastî bi bawerî tê Bîst û yek adar,tune kirî ye jan Karker û kedkar,anî ye jîyan Hûn her hebin ey qahreman ê gel Evîn û hurmet,we ji me re kire rêber Em ser ditewîn e li ber we,li her der We ji me re kire xelat,azadî ya pakber Bîst û yek adar,tune kirî ye jan Karker û kedkar,anî ye jîyan

Bêjebêje © 2015-2024