Îsraîl Ohanyan
Binevşa Narîn
Lo lo lo lo lo lo lo lo lo dilê min li bê ye, dilê min li bê
Azraîl û Cibraîl her du milyaketê Rebê alemê
Ji ezmanê jorî nazil bûne erdê, wî î, wî î, wî î
Divê pifkirine sûrê ye, geriyan çar terefê dinê
Xwe berdane beriya Wêranşarê, sekinîn li ber serê Derwêş Axa, mîrê êlê ye
Lo û e, lo û e,lo lo lo û
Divê Derwêşo de rabe, çevê xwe veke ji xewê, li te ban da dîkê serê sibê
Li te da zeraya tavê, bûye wextê tew limêjê ye, lo lo lo lo lo
Derwêş Axa mîrê êlê, çavê xwe vedike ji xewê
Radihêjê misînê destlimêjê
Xwe berdide poxana biniya malê
Çevê xwe digerîne li eşîra giran li obê ye, lo lo lo lo lo
Bala xwe dayê kareke xezala, horiyeke cinetî, werdekeke golê
Kevokeke serê bircê, li devê derê konekî diçe û tê, wî î wî î wî î
Li vê kêrsim û dîndara wêran, bîna stêra sibê dertê ji çvê qorixê
Şewqa xwe dide çar terefê dinê, bejneke zirav lê ye, bejn ji darê hewrê
Pozekî çilakî lê, pozê wê nikulê kewê, eniya wêra kokevê hîvê
Kirasekî melesî lê ye, fîstan ji pelê gulê ye
Meşa wê bîna meşa qitikê ye, bîna werdeka golê
Dertê ser mêrgê, per û baskê xwe dadiweşîne ji avê
Wî î, wî î, wî î ax narînê, dev li kenê, xwînşîrînê
Aqil û sewda serê Derwêş Axa direvînê, lê lê lê lê lê lê
Divê dilê Derwêş Axa mîrê êlê, bi hezar dilî dikevê
Misîn dihêle li poxanê, vedigere malê
Gazî dike lê lê qewraşê, ez ketim bextê te û Xwedê
Min horiyeke cinetê, werdeke golê, kevokeke serê bircê
Mi dî li devê derê konekî diçe û tê
Win qîzik in tim û daîm diçine ba hev û dinê
Tu ji mi ra bêjî binê ev qîza kê ye, wî î, wî î, wî î
Qerwaşî dibê lo lo Dewrêşo, ew keçika tu salixê wê didî, qîza Faris Begê ye
Ew konê ku xurî ber Çiyayê Terwêzê ye, konê xwe daniye li perê avê ye
Navê qîzikê Binevşê ye, wî î, wî î, wî î
Ax narînê, dev li kenê, xwînşîrînê
722
Aqil û sewda serê Derwêş Axa mîre êlê direvîne, lê lê lê lê lê lê
Divê Derwêş Axa mîrê êlê, dibêje xulamê nava malê
Tu miya berde ji gomê
Berxa berde ji kozê
Kihêl û menîka berde ji tawlê
Tu terş û taraş temam vebana biniya malê
Alem temam li ber te ra here û bê
Ê bêjin ev terş û taraşa bê xweyî ê kê ye
Tu bê hemû herêkirina Binevşê ye wî î, wî î, wî î
Ax narînê, dev li kenê, xwînşîrînê
Aqil û sewda serê Derwêş Axa birevîne, lê lê lê lê