Îsraîl Ohanyan
He Wêlî Gewrê
Lê lê he wêlî gewra minê, ez ê dikim ji Heleba mîrat de rabim
Ay lê lê lê lê hê lê lê lê lê lê
Lê lê zalimê ez xocê Hofsêb ra, xocê Gerebêt ra
Mi Corcisê Toma ra, her sê başbazirganê salê re, sal dozde mehê min li din-
yayê diqediya
E di bajar û şaristana, ezê carek di tera dimam, ez heval im lê lê lê lê
Lê lê zalimê, ez şêxê Şemîra ra, şêxê Teya ra, bi kurê Brahîm Paşa me
Ez mehkûm û firar bûm, mehkûm û firarê daxan û çiya bûm
Lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê
Lê lê zalimê, ez di hidûdê ecem bi mesken û bi qonax bûm
Ez rojekî ji rojê xwedê li ber ava Mûradê sekinîm
E li keleka qeyika siwar bûm
E li ava Mûradê derbas bûm
Karwanê min karwanekî boş î zef bû
Lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê
Lê lê zalimê, ez li serê cadan dirba kal bûm
Xwe berda bajarê qocê Diyarbekir
E digeriyame xana Çimrûkê, xana Hesenxanê
Xanê Piroda, xanê Memika, xan û manê zêrîn, ez peya bûm lê lê lê lê
Lê lê lê lê hê lê lê lê lê lê lê lê lê lê
Lê lê zalimê, ez li nîvê şevan û pêve nava refê hewêlî gewrê de, xan esmera de
Bejn bilinda de, xulk şîrîna da, çev beleka de, himbêz mezina de
E di nava hemî morî mircanê wan de, sedef û karebar de
Nava cot û memikê wan de ez mêvan bûm
Lê lê lê lê hê lê lê lê lê lê lê lê lê lê
Lê lê bêbavê, wele wez ê îşev xencerekê li çiftê memikê te xînim
bînim fermanê deriyê Stenbolê ji qapiyê siltana ra derê
Lê lê lê lê hê lê lê lê lê lê lê lê lê lê