the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Itîdal Mehmûd

Çûko Çûko

Çûko çûko sefarî Mi'j te re got sed carî Veger li hêlîna xwe Vaye baran dibarî Îro berf û baran e Roja xewa giran e Agir bûka çille ye Tim li dor wî seyran e Çûko veger hêlînê Guh ned qêr û nalînê Heger rokê buhar hat Derkev ji bin kulînê Derkev nav kulîlkên geş Ji bîr bik wa rojê reş Piştî zar û tariyê Wê diyar be demek xweş Çûkê li nav tehtika Her bicivîn darika Hêlînek nû ava bik Ji perî û qirşika Helbest: Ferhad Îçmo Muzîk: Brahîm Şêxo

Bêjebêje © 2015-2024