the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Itîdal Mehmûd

Dîko Dîko

Dîko dîko dîkê geş Va derbas bû şeva reş Çima nayê dengê te Rabe ji vê xewa xweş Dîkê terî bilind sor Dakev ji ser banê jor Çêçik mane bê taştê Ne nan heye ne kulor Çima nayê dengê te Rabe ji vê xewa xweş Dîk hevalê mirîşkê Derkev ji wê enîşkê Sibê wê te ser jêkin Ji bo qitka qidîşkê Çima nayê dengê te Rabe ji vê xewa xweş Dîkê reş û pitpitkî Ti melayê gundekî Gundê tev man bê nimêj Te qîr nekir dengekî Çima nayê dengê te Rabe ji vê xewa xweş Dîk xistin ber girarê Berê danê êvarê Zaroka bi hev re got Savar xweş vê carê Çima nayê dengê te Rabe ji vê xewa xweş Dîko dîko dîkê geş Va derbas bû şeva reş Çima nayê dengê te Rabe ji vê xewa xweş Helbest: Ferhad Îçmo

Bêjebêje © 2015-2024