the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Jan Arslan

Evînperwer im

Ramûsanek te da min Ev dînîtî giha min Ka wer padîşaha min Dilxweş bike vê dilê Ez im memê di zindan Girêdayî bi bendan Tu bigire mûm û findan Wer derxe min tu zînê Lê lê zînê, lê lê zînê Wer derxe min tu zînê Tenê ez te dixwazim Di ber te da ku raz im Bilind û serfiraz im Ez dê çikim vê jînê Ferhad ê mil sitûr im Li ser çiya dizûrim Ji te çiqasî dûr im Di dil dijî şêrînê Şêrînê, şêrînê Di dil dijî şêrînê Lê lê zînê, lê lê zînê Wer derxe min tu zînê Şêrînê, şêrînê Di dil dijî şêrînê Wer derxe min tu zînê Di dil dijî şêrînê

Bêjebêje © 2015-2024