Jan Arslan
Keça Perî
Keça peri wa da derî
Hiş çû ji serî, wexta seher
Digeriya, li her çiya
Keçperiya, bi bask û per
Gula zinar, derket ji xar
Min nû dît yar, bi tac û dar
Lêvên şîrîn, bûm har û dîn
Kirim bê vîn, işqa dîlber
Çav kil dida, perde hilda
Heyv li çarda, şev ronî da
Çavxezalê, camzelalê
B’ava xemrê, hiş bir ji ser
Por li ser mil, kezî bi gul
Tîr avêt dil, dil bûye kul
Keça ciwan, lêv erxewan
Ji gewheran, taca li ser