a photo of Jan Axîn

Jan Axîn

Bajar

Te got ezê herim welateke din, zeryayeke din Helbet ji vîya çêtir wê bê dîtin bajareke din Qey qeder e wî.. Dest diavêjim çi, bi pêsîra min ve dizeliqe Û tê bêjî qey meyîtekî veşarte ye dilê min Li ev bajarê beyar, wê hê pir bimîne hişê min Rûyê xwe çawa diguherim li ku derê dinihêrim Derdikevin pêşberî min xopanên reş ên jîyana min Salên xwe malmîrat kirin Min belasebeb kambax kir Tuyê welaten din nebînî, wekî din zeryayantuyê nebînî Û dev ji te bernade ev bajar, li eynî kûçeyan tuyê bigerî Li eynî taxan tuyê pîr bibî Li eynî malan tuyê por sipî bikî Cihê tuyê herî û lê vegerî ev bajar e Yekî din hêvî neke Tu keştî, tu rê nînin ji te re Li van quncikên biçûk li van deran tuyê xwe malxerab bikî Li hemû deverên cîhanê tuyê malxerab bimînî

Bêjebêje © 2015-2024