a photo of Jan Axîn

Jan Axîn

Can Were

Tu were, can were An jî Ez werim Çi qas giriyam, çav riziyan Çi qas êşiyam, dil riziya Çi qas geriyam, ling riziyan Li nav dengên sextekarî Tu were, can were An jî Ez werim Ew çavên te yên rengê av in Ku ne vexwum ez nikarim Ew kenê te yên ji dil hatî Ku ne bihîzim ez nikarim Tu were, can were An jî Ez werim

Bêjebêje © 2015-2024