a photo of Jan Axîn

Jan Axîn

Evîna Bextewar Tune Ye

Êdî wext dereng e, ji bo hînbûna jînê Bila dilê me biîskin, di şevreşê de Ji bo biçuktirîn stranek, kambaxî divê Ji bo her riçifa dil, axînek divê Ji bo tingîneke gîtarê, îske îskek divê Evîna bextewar tune ye Evîn tune ye ku, ji janê nehatibe Evîn tune ye ku, dil de birîn veneke Evîn tune ye ku, ru neçilmisîne Evin tune ye ku, ji girî nehatibe û tevî te ji evîna welêt Evîna bextewar tune ye Lê ev evîna min û te ye Cana min, xezala min, birîna dilê min Ez te di dil de disitirînim, mîna çûkeke baskşikestî Li me dinêrin û diçin, bêyî ku tiştekî zanibin Dubare dikin li pey min, rîsiyê minê hûnandî Ewên ku hazir in bimrin, ji bo çavên te yên reşbelek Evîna bextewar tune ye Tu tiştê mirov lê nayê, ne xwurtîya wî, ne qelsîya wî û gava ku bi hêvî hembêza xwe vedike sîya wî ya xaçekî ye Gava ku bi hêvî dilgeşîya xwe diqîre wê dieciqîne Jîyana wî jê bîyanî û êşeke bênav e Jîyana wî dişibe wan leşkerên bêçek Ku ji bo qedere din xwe girê dane Hişyarbuna sibehê dê bi kêrî çîyê wan bê Ewên ku êvarî çek ji dest tên girtin Hêstirê xwe bigre ez bi gori û bêje Evîna bextewar tune ye Helbest: Louîs Aragon Werger: Cemîl Denlî Muzîk: Jan Axîn

Bêjebêje © 2015-2024