Jan Axîn
Evîndar
Êvaran li kolanan ez te dibînim
Çend dîmenên êşê li ser rûyê te
Di çavên te yên melûl de
Ez xwe dibînim
Evîndar evîndar
Li cem dostan dikene
Di dil de birîndar
Te got; 'ez ê bisebir im
Ka roja min çi tîne
Xem û kulan hilbigirim
Ku yar zanibe ez kî me'
Ew yara ku te bir û çû
Ne bawer be ku bîne
Evindarê dostê şevan, dest bernade ji xeman
Rojên bi mij derbas dikir, ji bo hesreta dila
Hezkirina wî hindik bû jibîrkirin dirêj
Lê belê, her kes tixtorê evîna xwe