Jan Axîn
Meşîn
Tu aciz bibî ji sî û staran
Biterikîne dilînên hejar
Biqetîne hêlekanên nava xwe
Negirî
Hêsirên xwe bike diyarî
û bikeve riyên bêdawî
Li bendî te ne
Çîrokên nîvcomayî
Li bendî te ne
Deşt û çiyayên xalî
Tu bixeyîdî ji derewên bê wext
Evîna xwe bi baranê bişo
û li ber dilê xwe veşêre
Negirî
Xewariya xwe bike diyarî
û bikeve rê bibe azadî
Helbest: Mem Bawer