Jan Axîn
Sebra Azad
Dixwazim ez, ji bo evinê jiyaneke azad
Dixwazim ez, ji bo jiyanê evîneke azad
Dixwazim ez, ji bo jiyanê welatekî azad
De bê sebrê, bê em rûnên
Bêjin derdên xwe
Sebrê tu sebra kê yî hey sebra azad
Gulê tu sebra min î hey sebra azad
Em werin cem hev û em rûnên
Bêjin derdên xwe
Xweş in evîn, ku ava bibin li ser rastiyê
Geş in evîn, ku ava bibin li warên azadiyê
Em tev ji bo hezkirinê li nava jiyanê
De bê sebrê, bê em rûnên
Bêjin derdên xwe