Jangir Broyan
Sala Teze
Sala teze nav nîşan e oy yeman
Eşq û şahiyê me ra tîne oy yeman
Çi mêvaneke şirîn e oy yeman
Sala teze me ra tîne oy yeman
Sala teze kuliyê berfê oy yeman
Ez heyrana dengê defê oy yeman
Sala xêr û xweşî be oy yeman
Nêt meremê me bigîne oy yeman
Dara merxê xemiliye oy yeman
Zarok dorê top bûne oy yeman
Kalikê berfê tu xêr hatî oy yeman
Bêje te çi me ra anî oy yeman