the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Jehrmar

Gulfiroş

Ez ji xew rabûm, gulfiroşek dî Pir gelek şa bûm, gul bi dil didî Gul bi dil didî Hebû me yek dil, tev jan û kul bû Ne bûme bawer, gul bi dil bidî Gul bi dil bidî Bazar me kir go, ser bi ser nadim Ê gulperest bî, can û dil didî Can û dil didî Min go kî didî, can û dil bi gul Go: ev bazar e, dil bi kul didî Dil bi kul didî Min can û dil dan, dil kiriye qêrîn Go ho Cegerxwîn, dil bi gul didî Dil bi gul didî

Bêjebêje © 2015-2024