the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Jehrmar

Xemilî Zozan

Xemilî zozan û min re keniya Tavê ezmanan, şewqa xwe dayê Gulê gazîkir, min hate maniyan Ez dikim herim yar bi min re nayê Kanî xulxulîn, orta çiyan de Dunya bû zînet û textê şahiyê Dikim ku herim tebîeta seyra Ez dikim herim yar bi min re nayê Yara min bedew, nola van gulan Kîjan rewş daye, emrê dunyayê Gul gelek hene, çav reşa dilan Ez dikim herim yar bi min re nayê

Bêjebêje © 2015-2024