Ji Derva
Çîyayê Xewnan
Şer ku teriqandibin kulî
Koçber bin quling li ser axeke hişk
Û dûpişk bi xwe vedabe ji kerban
Li ezmanekî vala megere li kevokan
Ne guliyek zeytûnê filitî, ne tayek ta-rîhan
Çiyayê xewnan şewitî heyran, çiyayê xewnan!