the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Kadir Çat

Newroz

Her sal Newroz e Bi dil û bi doz e Agir e jiyan e Ev rojek pîroz e Dîlan û kêfxweş e Seyran û dilxweş e Evîna Medan e Ev rojek pir xweş e Adar e va ye têye Navê xwe li te ye Agirê Kawa ye Ev cejna Kurdan e Bi keskê çiyan e Bi sorê alan e Bi zerê rojê ye Ev roj a gelan e

Bêjebêje © 2015-2024