the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Kadir Çat

Xelîlo

Doh ezman bi te re dikeniyan Îro di nav destan wenda bû yî Wêneyek bi navê Xelîlê çiyan Bi rukenî di nav dil de yî Ax Xelîlo ax delalo Sal derbaz bûn Lo bar girano Çavên dayikan li dû te ma wo Çavên xezalan li dû te ma wo Di nav şer û di nav xwînê de Kulîlk ve dibin di nav berfê de Tu bû yî sozek di nav dilan de Dil bêçare li dû te diricife Li dû te sterk ji ezmên weşiyan Ewrên reş û brusk teqiyan Xwîna sor di nav dilê me de Bi çûyina te dar û ax giriyan Muzîk: Barış Arun

Bêjebêje © 2015-2024