the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Kahtali Miçê

Memê Min (Memê Alan)

Go: Keko dilî min liyan e dilî min liyan e Serê min qurbano Derdê min derdkî giran e Şêrînê Memê Alan e Xwarziyê Gulîşan e Delalê bav û diyan e Torinê bav û xalan e Mîrê derî began e Oy lo de wêl wêl wêl Lo xerîbê min, lo bêkesê min Lo Memê min de wêl wêl wêl Go: Keko dilî min liyan e, dilî min liyan e Bîlal qardaş serê min qurbano Derdê min derdkî giran e Navê di Memê re dibên Xanim Zelîxan e Xwendiye sî û du kîtaban e Oy lo de wêl wêl wêl Lo xerîbê min lo bêkesê min Lo Miçê Min lo Memê min de wêl wêl wêl.. Go: Keko dilî min liyan e dilî min liyan e Serê min qurbano Derdê min derdkî giran e Zînê dengekî bang kir: Memo w'ez Zîn im, Zîn im Kevûta di ber perçîn im qûwa ser bitûn im. Oy lo de wêl wêl wêl wêl Lo xerîbê min, lo bêkesê min Lo Miçê min, lo Memê min de wêl wêl wêl wêl Oy lo de wêl wêl.. Çûme diyarê Kolikê Bejna zirav hêl dike Keçkê me pir rindik e Lê lê rindbavê Lê lê teresbavê Lê lê şimikzerê Kilît ê di qulika qêpi da Kilît ê di qulikê qêpi da Çiya Nemrût bilind e Keçkê rindik li gund e Dev çûçik, pozbilind e Lê lê rindbavê Lê lê teresbavê Lê lê lê kerbavê Kilît ê di qulika qêpi da Kilît ê di qulikê qêpi da Çûme diyarê Heydera Rabû refê qertela Qurban im lo çavzera Lê lê lê rindbavê Lê lê teresbavê Lê lê lê şimikzerê Kilît ê di qulika qêpi da Kilît ê di qulikê qêpi da Tu hatî paş qêpî ye Qapî we tim girtiye Tu li kilîda geriye Lê lê rindbavê Lê lê teresbavê Lê lê lê kerbavê Kilît ê di qulika qêpi da Kilît ê di qulika qêpi da Lê lê lê rindbavê Lê lê teresbavê Lê lê lê şimikzerê Kilît ê di qulika qêpi da Kilît ê di qulikê qêpi da Deşîfrasyon: Rênas Xendekî Verastkirin: Abdullah Koçal Herêm: Semsûr, Kolik

Bêjebêje © 2015-2024