the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Kale Atashi

Min Ew Dîlem

Min ew dîlem le zîndanî tarîka Hetawî bîr rûnak eka ber çawim Be naw hezar hellqey dawî barîka Qefî zincîr epiçrênê hengawim Min ew dîlem le pişt şûra‌y pollawe Asoy hîway geşim hergîz win nakem‌ Be girrî sûr le rûy asman nusrawe Bend be bendî ayîn namey birwakem Madam hêzî zorbey gelim le ‌pişte Dirrik gulle û tirs arame bo xwastim Min ew dîlem ke sirincî bêbakim Sill le çawî pirr le qînî zeq naka‌ Daneçîrrey gurgî harî ser lakim Zatî giyanî nelerzîwim leq naka Min ew dîlem ke dîlkerî zordarim Dillî leber gurrî nallem elerzê Ta şirrtir ka kellbey leşî zamarim Xoy xiraptir le naw xwêna egewzê Honrawe: mamosta goran

Bêjebêje © 2015-2024