Kalê Ateşî
Allay Sûr
Minim allay sûrî şorrişî nwê deşekênim
Min beçekim
Le jêr ew alla sûre sirûdî aştnebûnewem
Rû be dujmin dexwênim
Pêşmergey wişyarim, rêgey sextim le rêye
Çekî dest bîr û mêşkim mijdey duwarojî pêye
Berze lutkey amancî xom û bîr u mebestim
Le xebat waz nahênim ta nebînim serbestim
Desa hawçînekanim werin bibîn be yek dest
Bîgeşênînewe jiyan, dwayî bênîn rojî reş