a photo of Kalê Ateşî

Kalê Ateşî

Biryarî Yekî Ayar

Pengî xward mewcî deryay kirêkar Dijî sermaye ewellî ayar Sûr bû be xwênman şeqamî şaran Şeqî bird qellay sermayedaran Zincîrî konî hezaran salle Depiçrrê û cadû hikumî betalle Kirêkarîn, hatûyne meydan Ellêyn her kare, însanî xullqand Sed salle ellêyn, eme biryare Biryarî rojî yekî ayare Kirêkaranî cîhan yekgirin Çerxî çarenûs le dest xo girin Berhemhênerî bijêwî însan Prolêtariyam çînî şorrişwan Sed sall û sed car kewtim û hestam Dîsan qaymtir hestam û westam Şorrşî mezinî oktoberî xwênî Şorrşî min bû rêbazî Lênîn Sall be sall zeynim roşintir ekem Le bo raberî xom hazir ekem Hemû sallêkîş ewellî ayar Hellîdebijêrm gişt destkewtî par Împiryalîzim û firset peristan Ke pêyan wabû mêjûyan westand Sinûrî namgrê leser em erze Sermayedarî dênme lerze Bilerzin geşe rûnake aso Yekdegrîn le dewrî allay sûrî xo Piştim bigirin û dest xene destim Berew sosyalîzim rêrrew ebestim

Bêjebêje © 2015-2024