the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Kalê Badî

Asman

Asmanê min azmanê min zmanê min şîn e Çar alî li min girtî reşayî direşîne Min gulên reng bi reng di baxçê dilê xwe danî Bihara min hate kuştin zivistan zor li min anî Bayek hat û bû bahoz, yara min ji min dizî Ji ber nala dilê min, erd û azman lerizî Asmanê min azmanê min zmanê min şîn e Çar alî li min girtî reşayî direşîne Evîna min derew nîne, yara min famber nîne Ev dilê min ê zarok serê min pir diêşîne

Bêjebêje © 2015-2024