Kalê Badî
Beîv
Beîvan kulîlk vekir, da dîlber were hafê
Di bin per û baskên xwe, dil bigihînin tewafê
Bişkifîn ji bişkojê, nazenîn û dilrevîn
Dikirin ref û nêçîrê, bi zarê xwe yê şêrîn
Beîvan kulîlk vekir dil dîlê wê demê ye
Dîsa rastî yarê bê li hêviya wê demê ye