Kalê Badî
Dewr
Dewr diguhere û evînên zeman
Tev tên ji bîrkirin çar ali jiyan
Zaroktî hemû wunda
Pirtûkên çîrokan bi toz û dûman
Heye baran bibarî
Roj germî bide erdê
Qêrînên leystikên me di gewriya me de man
Xalî bûye jiyan li van kuçan
Em mezin bûn çûn ji van deran
Sebra dilê me tenê mane stran