the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Kalê Badî

Maça Cemidî

Bê şerme niha zeman pûç û vala qer û lal Sekna aram hat û ji me bihurî Kêfa bihuşta xeyalî ew jî firiya çû ji vî alî Qayil bû bi agirê gurr û şewitî Me go yar ew bû neyar, çawa bû ev çend dijwar Bû destbela bû bela û li me zivirî Çawa bû çima wa bû, bayê kurr li me rabû Tama maça li ser lêvan cemidî

Bêjebêje © 2015-2024