
Kamilê Temûr
Yê Ser Xanî Lawikê Min e
De divê yê ser xênî lawikê min e, lo lawikê min e
Kiras yek e wê lo cêv dudu ne, lo cêv dudu ne
Gol werdeka benda lo wez û te ne, lo wez û te ne
Hê bê qondere reşê lo hat bihurî, lo hat bihurî
Hê lê divê wê terezê lo çima wisa lo dikî dil bi kulê, lo dîn kafir î
De tu were qasekê kêleka mi rûnê, em ê xwe ra têre bila şev bihurî, lo şev bihurî
Hê hê divê qe tu navê rojekê wê bi lo tê wê bimirî, tê wê bimirî
Hê hê divê mi go binê kawa kubar li ber derî lo qerenas e wê lo kerenasî
Hê kirasê kawa kubar, çîtê sarîmaska dere warê lo gulê xasî yar yar dilê wax