a photo of Kamkaran

Kamkaran

Were Yarim

Were yarim, were ey taze yarim Were estêrekey şewgarî tarim Were ey şaperî balî xeyalim Were ey şewçiray ronakî malim Were yarim, were ey taze yarim Were estêrekey şewgarî tarim Were xase kewî ram û kewîy min Were îlhamekey nîwe şewî min Were oxjinî sîney pir girî min Were pîrozekey berze firî min Were awengî ser pelkî gulî sûr Were awrîngî germ û meşxelî nûr Were ey rêjne baranî beharî Were şî'rî terî pir wirdekarî Were yarim, were ey taze yarim Were estêrekey şewgarî tarim Were ey newnemamî baxî jînim Were ey şagulî mêrgî ewînim Were karwankujey katî beyanîm Were bîrewerî û awatî ciwanîm Were ey xec were ey xatu zînim Were ba bejn û belaket bibînim Were yarim, were ey taze yarim Were estêrekey şewgarî tarim Honrawe: Hêmîn Mukriyanî

Bêjebêje © 2015-2024