a photo of Kanî

Kanî

Dilim Tenge

Dillim tenge û perêşanim demêke Xeyalim herdemey laney xemêke Ewende dillpirrim pêm xoşe bigirîm Ke firmêsk û henaseş merhemêke Demênê her bimênê ba bimênê Yadî to le dillî min da bimênê Jiyanim pirr le rence û namuradî Be hellkewtîş nehatim tuşî şadî Dillim hênd tenge her cêy to debê û bes Etoş mehkumî hepsî înfîradî Demênê her bimênê ba bimênê Yadî to le dillî min da bimênê Egerçî royî qet naçî le yadim Dekem yadit be yadî towe şadim Ke barget bo hewar têkina gullî min şka estundegî tawillî muradim Demênê her bimênê ba bimênê Yadî to le dillî min da bimênê

Bêjebêje © 2015-2024