a photo of Karabêtê Xaço

Karabêtê Xaço

Ay Lo Mîro

ay lo mîro mûşê bişewite lo li berî bayê de bila kula xwedê bikeve berê mala zabit û çawîşa û qumandaran dîsa mala mîralayê wele çawa berê babê zibeyr dane hepisxana hey la mîrê min bûrsayê were ha were, meçe romê lo rom xayîn e ezê çi bikim bextê romê tunîne çi bikim begê malê wê bixapîne mîro ay lo mîro dibê havîn e li me hatî wextê lo van geniman berê mala zabit û çawîşa û qumandaran dîsa mala mîlaziman wele berê bavê zibeyr dane hepisxana erzeromê hey la mîrê'm lo nizam çima dibê ji êvara xwedê ve kêf û şahî ketiye nav komên neyara wele şîn û girîn ketiye nav odekê mezelî xaniman hey la mîro roja me derketî ji vartoyê lo bi derhema lê şewq û şemalê daye qesr û qisûrê bavê heydo siwarê şeref dane misînan û gumguman wele dibe ji êvara xwedê ve kef û şahî ketiye nav komên neyara belê şîn û girîn ketiye nav odekê mezelî xanima were ha were meçe romê lo rom xayîn e ezê çi bikim bextê romê tunîne çi bikim begê malê wê bixapîne mîro

Bêjebêje © 2015-2024