Karabêtê Xaço
Bavê Fexrîya
Eman eman eman eman Bavê Fexiya, heyra çi delal î
Wez ê çûme xopana Bolindê, tu ne li mal î
Ez ê çûme Zivinga Zora li min û Bavê Fexriya, siwarê Gêjo, bûye xir û xalî
Meyrê divê xanimê, kurkiriyê, berê Bavê Fexriya wele ketiye Beriya Hamûdê
Gelo nav erbê lêvhildayî, wele divê mirina malik şewitî çêtir e ji vî halî
Eman, eman, eman, eman fermanliyo
Ez ê çi bikim Bavê Fexriya siwarê Gêjo, dîsa lo ji ebrê çû
Eman, eman, eman Bavê Fexriya, heyra, bihar e lo xweş bihar e
Wele divê Bavê Fexriya ji Zivingê derket li Gêjo siwar e
Mi dî çavekî hate xirab e
Balindê digo Heciyo, rabe ser xwe
Bavê Fexriya siwarê Gêjo li Rasta Qêre ji milê çepê bi du gula birîndar e
Eman, eman, eman fermanliyo
Ez ê çi bikim Bavê Fexriya siwarê Gêjo, dîsa lo ji ebrê çû
Eman, eman Bavê Fexriya heyran, mi go şer e bi min şer e
Berê siwarê mala Nasir siwar bûne
Wele Bavê Fexriya siwarê Gêjo tev e
Meyrê digo Xanimê, kurkiriyê, berê Bavê Fexriya ketiye Beriya Hamûdê
Bira temenîka wî li me be
Eman eman eman fermanliyo
Ez ê çi bikim Bavê Fexriya, bi Xwedê xeyîdiye, lo ji ebrê çû
Eman eman Bavê Fexriya heyran, mi go ji înê heta înê
Wele lingê Bavê Fexriya nagîje rêkêmê, destê wî nagire dezgînê
Erê Meyremê digo Xanimê, kurkiriyê, tê rabe ber û memikê min bibire
Here ji Bavê Fexriya siwarê Gêjo ra bavê vê birînê
Eman, eman, eman fermanliyo
Ez ê çi bikim Bavê Fexriya siwarê Gêjo dîsa xeyîdiye, lo ji ebrê çû