a photo of Karabêtê Xaço

Karabêtê Xaço

Bişêriyo

Eman eman eman Bişêriyo Baraviyê digo Bişêriyo heyran Tepa Barava mala min zêr mala me ye Gidî berê mala me li quble ye Çi gotin û şitexalye îşev tê bêjî Lo destûra te ye Heçî ramûsana ji te bavê te zêde ye Eman eman eman Bişêriyo Bişêriyo digo lê lê Baraviyê Bejna te zirav e rihana tarî Heşîn dike li Tepa Barava li wî diyarî Rojek hatî mala bavê te bi mêvanî Eman eman Baraviyê Baraviyê digo Bişêriyo Heyran wez xeyîdî me Bi te re xeber nadim Ezê rabim bi şarê bikirim Gulka badim Çûme Ziyareta Siltan Sêxmûs Minê lawikekê xwe diye Tobe giregirê, lo Bişêriya nadim Eman eman eman Bişêriyo

Bêjebêje © 2015-2024