a photo of Karabêtê Xaço

Karabêtê Xaço

Derwêşê Evdî

Karapêtê Xaço - Derwêşê Evdî Lê lê lê lê lê Yalî Derwêşo Wez ê ne bi mal û ne bi mêr im Ez ê xuheke heft bira me Birazîka dwazdeh pismaman, mîna şêr im Gava li xêmê binê beriyê Çav bi Derwêşê Evdî Delalî dilê xwe dikevim Ez ê her heft bira û her dwazdeh pismaman Bi qalibê sabûna Reqê Ez ê li serê Girê Hamûda şewitî bisekinim Wele bi doxa teşiya xwe veşêrim Haylo lo mêvano De lê lê lê Herê Derwêş digot: Lê lê keçê Minê tu malekî zorî zafê ji te navê Min ê ji te divê konekî reşî erebî Bîst û çar stûnî mêr kûtanî darî ve navê De vê sibekê meriv singê kona bikûte erdê Berê kona bide tîrêjî tavê Bi Xwedê min sûnd xwariye Piştî Derwêşî Evdî delalî dilê xwe Min kesekî dî navê hey lo lo hey lo De lê lê lê hey lê Erê keçikê digot: Lo lo Derwêşo Bi Xwedê beriya binê Hamûdê bişewite Berîke rast e dûz e Divê pozê Evdilezîza şewitî bi ser de xûz e Ramûsanê qîz û bûkên salê Wele par vî çaxî ne pol bûn, ne pere bûn Sala vê salê li min û Derwêşî dilê min Zêrê alûze lo lo delalo hey lo lo hey lo .. De lê lê lê hey lê Erê keçikê digot: Hey lo lo Derwêşo Xweska dilê min bixwesta Bila Derwêşê Evdi delalî dilê mi ber derî mala bavê min bihata rawesta Bila tasek avê ji mi nikêrî qozaxê ji min zeriyê bixwesta Bi Xwedê min ê cotê zermemika bibiriya Yekî li şûndî fincanê qehwê yekî li şûndî fincanê çayê Erê, min ê di konê zerik paşa re ji Derwêşê hurin bigra biradesta Ey meqseda dilê min gelek hebû minê ji rebê xwe bixwesta De hey lo, lo hey lo, lo hey lo De lê lê lê hey lê Ey lo Derwêşo min go: Payiz e xweş payiz e Lo lo malxirabo mi go: Payiz e xweş payiz e De hatî mala bavê min mêvanekî pir ezîz e Wezê nizanim vê êvarê çi layiqe çi cayîze Ez ê ji delalî mala xwe re bînim hingivê zeriya, qeymaxê xîniya Wekî delalê mala me pê qayil nebû Ez ê jê re bînim dimsa rêgedê, mewîjî babûçiya Weke delalê malê pê qayil nebû Ez ê jê re bînim sêvên meletê, purteqalên beyrûtê Xurmekî Bexdayê, hejîrî çiyayê Şengalê Eger delalê mala me pê qayil nebû Wez ê nîvê şevanîpêşê cotê zermemikan bidime berê De bila qasekî ji xwe re pê bileyize De hey lo, lo hey lo, lo hey lo .. *Çavkanî: Medya Civakî Mîrza (@TaOmeriya)

Bêjebêje © 2015-2024