a photo of Karabêtê Xaço

Karabêtê Xaço

Evdalê Zeynikê

Ax Evdalê Zeynê divê Temo lawo qulîng têyo lo oy oy oy lo diqirîne Wele deşt û zozan tev datîne, xwedanî xêra tune Milê Evdalê Zeynê bavê Temo siwarê Cindî bigire Li welatê şaristana ser dixtora bigerîne Belkî dermanê Evdalê Zeynê bavê Temo ay siwarê Cindî dîsa ji xwer bivîne Were tew dinyayê ax tew faniyê, ax Temo lawo mirin çêtir e lo ji feqîriyê Evdalê Zeynê divê Temo lawo quling têno ji zozana Wele berê xwe dane beriya xalî di germiyana Divê hêlînê xwe çêkirine li ser darê van kizwana Ax tew dinyayê, ax tew faniyê Ax Temo lawo mirin çêtir e lo ji feqîriyê Ax Evdalê Zeynê divê Temo lawo quling têno, qulingî şeş e Wele per û baskê wan bi nexş e Kesekî Xwedanê xêra tune bê destê Evdalê Zeynê bavê Temo siwarê Cindî bigire, Herê bavê ser dixtorê Hebeş e Dixtorê Hebeş digo Temo lawo, bavê te ne korî ye ava reş e Were tew dinyayê, ax tew faniyê, ax Temo lawo koranî ne tu çek e Bira Xwedê milê kurê bava tu car tê ra neke

Bêjebêje © 2015-2024