a photo of Karabêtê Xaço

Karabêtê Xaço

Filîtê Quto

Hey lo hey lo hey lo hey lo hey Heylo heylo heylo heylo şem rebenê.. şemê digo: Filîto lawo li maltîka malê xwe yo daniyê Kaniya Badereşê lawo ser avêyo şemê rebenê Dibê: Filîtê Quto gelo digere dîsa li xirabiyê şemê rebenê şemê digo: Filîto lawo dilê minê wê dil dibêyo ne min go: neçe pêşiya van terş û talanan De terş û talişî gune ne çavê jin û zarokê wana li rê ne lo şemê rebenê Heylo hey lo hey lo hey lo.. şemê digo: Filîto min go: Lawo karwan hato ji Bilêderê Mamê Elî Etmankî bi sê denga dikir gazî Li xulam û xizmetkara digo: bavê kî no hûnê bara bi qelêbin bikevine berê min ê rojekê Dua dikir serê min û Filîtê Quto kurê şemê Li parava Qîre dîsa li vê derê şemê rebenê Li parava Qîre dîsa li vê derê şemê rebenê şemê digo: Filîto lawo min go ji Pozê Qîre heta Delana Paşo çend neqeb e dibê mertela bavê Hesen lawo gelo sorî gulkî bi kokeve Herçî şerî bavê Hesen tê de ye daîm Qetil xwîn e bi xezeb e lê şemê rebenê Qetil xwîn e bi xezeb e lê şemê rebenê Filîtê Quto bi sê denga dikir gazî li Mamê Elî Etmankî Digo: lawo hêstira pêşîn hêstira paşîn deyne baca rêyo xulam û xizmetkara digot: gelo gelî xulaman hûnê hêstira pêşîn hêstira paşîn bidine Filîtê Quto Bila bibe qelenê diya xwe ye wî şemikê Lê şemê rebenê şemê digo: Filîto lawo roja me derketî wî ji alê Torê şewq û şemala xwe da pozê Seydim Qasim Tapiya bir û mertela bavê Hesen gurkê donê Ji xêra mala Xwedê ra gavê bavê Hesenî Talek û pêşîr tenî Bira tê biketa çend peyayê mala Hesen Korê şemê rebenê şemê digo: Filîto lawo karwan temam dibê wê karwanî ne bira ji Mamê Elî Etmankî pêştir karwan û bazirgana li welat û şaristana negerîne Îro derbekê dayê bejn û bala Filîtê Quto Li bavê Hesenî Tal e û koka mêra ji Mala wana ditepîne lê şemê rebenê

Bêjebêje © 2015-2024