a photo of Karabêtê Xaço

Karabêtê Xaço

Hey Lo Mîro

Hay lo mîro, Mûşê bişewite lo li berî bayê De bira kula Xwedê bikeve berê mala zabit û çawîşa, qumandara, dîsa mala lo mîralayê Wele çewa berê bavê Zîver dane hepisxana hayla mîrê lo mi Bosnayê Were axa meçe Romê lo Rom xayîn e Ez ê çi bikim bextê Romê ti nîn e, çi bikim begê malê wê bixapîne mîro Hey la mîro, dibê havîn e li me hatî wextê lo van genima Bira kula Xwedê bikeve berê mala zabit û çawîşa, qumandara, dîsa mala lo milazima Wele berê Zîver dane hepisxana Azirmê, weyla mîrê bi lo nizam çima Divê ji êvara Xwedê ve kêf û şayî ketiye nav komê neyara Wek şîn û girîn ketiye nav odekê mezelî xanima Hey lo mîro qurban, roja me derketî herê ji Wartoyê, lo bi du rima De şewq û şemalê daye qesr û qisûrê bavê Heydo siwarê Şeref dan misînan û gimgima Wele divên ji êvara Xwedê ve kêf û şayî ketiye nav komê neyara Wele şîn û girîn ketîye nav odekê mezelî xanima Were axa meçe Romê, lo Rom xayîn e Wele bextê Romê ti nîn e, çi bikim begê malê, wê bixapîne mîro Hey lo mîro qurban, bejna mîrê mi zirav e, gula li beyara Erê tew lê nebe bextê sozê şêxî Mala Şêgo tu nîn e Xwedê Teala neke ba xelqê ba dawedara Ji xêra mala Xwedê ra berê mîrê mi nedana hepisxana Azirmê Bira bidana Kela Çixûrê, nava mala Şêgo, nav neyara Were êê, were êê, were de axayo were meçe Romê wele Rom xayîn e Divê bextê Romê ti nîn e, çi bikim begê malê, heyla mîrê mi bixapîne lo lo

Bêjebêje © 2015-2024