Karabêtê Xaço
Hey Zalim
Hey zalim zalim zalim zalim zalim zalim zalim zalim zalim zalim
zalim zalim zalim zalim zalim zalim zalim zalim zalim hey zalim
Hey zalim ezî Koçer im xirabmal im, akincî me bê pergal im
Rêwingî me bê heval im, wezî nexweş im gelekî bê hal im
Gavê berê mi û lawikê mi diketa welatê xerîban û xurbetê
Ez ê çiqa ji halê xu û lawikê mala xwe ra dinalim
Hey zalim zalim zalim zalim zalim hey zalim
Hey zalim, hey zalim, keçik go lo lo lawiko wele tu kal î
Keçik go lo lo lawiko wele tu kal î
De lawik digo lê lê malxirabê, wele wez ne kal im
Nêzîkê heftê , heştê not sal im
De bila mala xweyê kalbûnê ne bi xana Xwedê be
Îro li mi kalikê xortaniyê berê xwe ji mi guherand
Wele qîza dilê xwe li mi sar kir
Çi bikim jinebîyê malik xirabmalê, wej kêlekî malê me bar kir
Hey zalim zalim zalim zalim zalim hey zalim
De wezê dibêjim Koçer im xirabmal im, akincî me bê pergal im
Rêwingî me bê heval im
De gavê berê min û lawikê min dikete welatê xerîban û xurbetê
Ez ê çiqas ji halê xu û lawikê xwe ra dinalim
Hey zalim zalim zalim zalim zalim hey zalim
Hey zalim, hey zalim, malxirabê, min sond xwarî naçim Dêrsima jorî
Lê lê zalimê, minê sond xwarî naçim Dêrsima jorî
Mi dî yeke li ser bi zêr e, enî kever dihatî, pezê li bêriya danê sibê ji xu ra dabû bêrî
Mi go malxirabê nizanim ne tê qîzî, ne bûk î, ne jinebî, li mala bavê xwe da tu berdêlî
Herê keçikê digo lo lo lawiko, bi Xwedê wezê ne qîz im, ne bûk im, ne jinebî me
Ez ê di mala bavê xwe da berdêliya lawikê xwe me, zalim zalim
De wezê dibêjim Koçer im xirabmal im, akincî me bê pergal im
Revingî me bê heval im, ez ê nexweş im gelekî bê hal im
Gavê berê min û lawikê min dikete welatê xerîban û xurbetê
Ez ê çiqas ji halê xu û lawikê xwe ra dinalim
Hey zalim zalim zalim zalim zalim hey zalim