a photo of Karabêtê Xaço

Karabêtê Xaço

Hoy Li Min

Hoy hoy li min, hoy hoy li min Oy oy li min yabo li min Beriya Mişkina şewitî Hoy dêran e pir hewa ye Pozê Zinara Mêrdîna şewitî Hoy dêran e li ber ba ye Wele cegerê minê sosin Dilikê min pola ye Here kuro kêf û henekan Bi min re neke Hoy şewitî gundê me nêzîk e Lo ji ber xuya ye Hoy hoy li min hoy hoy li min Of of li min yabo li min Oy oy li min nemînim dîno Hoy hoy li min, hoy hoy li min Rebeno serê min diêşe Dilê min di xemê da Ava xuliyê Diyarbekira şewitî Radibe tê Cizîra Bota Diçe Mûsila şewitî serejêr e Eger tê pirs û siwalê delêlî malê Li wextê xerîbiyê ji min bikî Wextê serê lawikê min dêşî Bila here emrê min jê re Oy oy li min of of li min Oy oy li min yabo li min Oy oy oy li min nemînim dîno

Bêjebêje © 2015-2024