a photo of Karabêtê Xaço

Karabêtê Xaço

Lawikê Metînî

Lê lê dayikê heyranê tê rabe Bi xwe ke bi xwedê ke roja şemiyê Serê mi bişo û xemla min li mi kê Bisk û tembalîka li ber a’nîka min de çêke Hey lê lê lê Hey lê lê lê lê Hey lê lê lê lê Hey lê lê lê lê hey delalê Heval û hogirê me çûne mixribî şêxa Temamîka di geliyê kûr de Keçik digo lê lê dayikê heyranê Bişîne pey lawikê metînî delalî malê Bila bêje nava sing û berê min keçikê Hege tê min dixwaze bila gelo bê min bixwaze Hege tê min direvîne bila bê min birevîne Hege min narevîne sibê wê min birêkin Hey lê lê lê Hey lê lê lê Lê lê, hey delalê Ay feleka me xayîn welle me dixapîne Mere nay bê hey dayê o Lê lê dayikê heyranê Kanîkê me şêxan û mîran li wî himberî Keçik dibê dayik heyranê Bişîne pey lawikê metînî, delalî malê Bela ji nîvê şevan û pêştir Bê nava xan û xetê mi gerdenê Erê devê xwe têxe boz xazî qirikê Nava hilî mircan û morîkê mi rebenê Heta devê te bighîje binê qulpê guharê minî heyderî Hey lê lê, hey lê lê Hey lê lê lê Hey Lê lê, lê lê hey delalê Ay feleka me xayîn gidî me dixapîne Mere nay bê hey dayê o Lê lê dayikê heyranê Kanîkê me şêxan û mêran çendî bi rêzên De dibê, qîzê me derketin şev zerîne Bûkê me meytanê firêzên Keçik dibê dayik heyranê Bişîne pey lawikê metînî, delalî malê Hege tê min dixwaze bila bê min bixwaze Hege tê min direvîne bila bê min birevîne Hege min narevîne sibê wê min bighwêzin Hey lê lê, lê lê Hey lê lê lê Hey Lê lê, lê lê hey delalê Ay feleka me xayîn, me dixapîne Mere nay bê hey dayê o

Bêjebêje © 2015-2024