a photo of Karabêtê Xaço

Karabêtê Xaço

Lê Dayê

Dere lê dayê, lê dayê, lê dayê, lê dayê, lê dayê, lê daye De here lê daye, Xato digo Silêmano lawo, dilê min rebenê lawo vê sibêke dilek dîn e Digo tê neçe pêşiya sefîl tarişê Mala Faro û lawo ji Gaza Zenga ji çemê Qubariya venegerîne Mi go Mala Faro û maleke ji ber û paş de dibê tivingçî ne Wê derbeke bejn û bala Silêmanê Mistê û li Brahîmê Mehmûdê xweşmêr wê bixîne, dayê Dere lê dayê, lê dayê, lê dayê, lê dayê Xato digo Silêmano lawo, şerê çêbû Gaza Zengana lawo gelemper e Mi dî çend peyayê Mala Faro ketin Çiyayê Kolê Weza dêranê, xwe berdane gelo tevdîra şer e Îro derbekê lê dane bejn û bala Silêmanê Mistê li Brahîmê Mehmûd Lawo dibê Cemîl ketiye berê vê çardarê û çardara Silêmanê Mistê li Brahîmê Mehmûdê xweşmêr û heyla lawo, dîsa mirin xw û re Dere lê dayê, lê dayê, lê dayê, lê dayê, Xato digo Silêmano lawo Xwedê şer e lawo vê sibekê mi şer danî de giran e Eskerê Cemîlê Çeto ketin diyarî konê û hafa Çemê Memika aqarê Dîsanekê lawo kitekitê siwara xwe berdane wiyalî alî Îro derbekê lê dane bejn û bala Silêmanê Mistê li Brahîmê Mehmûdî xweşmêr Divê lawo ketiye ber darî çardarê û çerdara Silêmanê Mistê Brahîmê Mehmûdî xweşmêr Hey lo lawo dîsa bi xwe ra birine malî

Bêjebêje © 2015-2024