a photo of Karabêtê Xaço

Karabêtê Xaço

Lê Meyro

Lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê Meyro Lê lê Meyro, kurmalê migo serê xwe bişo avê merêj Lê lê malxirabê serê xwe bişo avê merêj Erê biska nava mila berde zirav û dirêj Wele minê sozekî da, neçe malê şekokê mêrê xwe ra mebêj Delalê, lê lê lê lê lê lê bermalê lê Meyro De lê lê lê lê lê lê lê Meyro, kurmalê Keçikê gundê me çûne ziyaretê Ez ê bi xulama bejna bilind kewa gozel, hêdî hêdî yavaş yavaş li pey me tê Welê sing û berê Meyroka mi bîna baxçe darê dor cinetê Delalê, lê lê lê lê lê lê bermalê lê Meyro De lê lê lê lê lê lê lê Meyro, kurmalê Keçikê gundê me çûne çînê Wele sing û bere Meyroka min bîna şemamokê nava pembûya xalê sor û zer ketinê Erê mala bavê Meyroka min zîyareta har û dîna, min bavêjinê Delalê, lê lê lê lê lê lê bermalê lê Meyro De lê lê lê lê lê lê lê lê lê Meyro, lê lê Meyro kurmalê Mala Meyroka minê dike bar ke ji gund here Wele dike bê xatira ji mi bixwaze dîsanê dev nagere Herê keçikê digo lawiko, bi Xwedê minê sozekê dayê bi te ra Delalê, lê lê lê lê lê lê bermalê lê Meyro

Bêjebêje © 2015-2024