a photo of Karabêtê Xaço

Karabêtê Xaço

Lê Yeman

Herê lê lê û lê lê lê lê lê lê lê lê û lê lê, zalimê havînê mi nekir kar û barê zivistanê Lê lê zalimê zalimê havînê mi nekir kar û barê zivistanê De gazî bike hoste Mûrad, bira bê li dikanê Bira xizêmekê ji pozê keleş gewra mi ra çêke zîvê Xuristanê Bira serî daneyne ba xwe di sedef û karîbanê De bira danîne ser sindanê lê nede bi keranê Helû bike bi zimanê derînê bir û çeva lê binê qiyasî pozanê De roja îda qurbanê wê keleş gewra minê têxe pozê xwe Meş bike perê govendê, her dîlanê yaman yeman yeman dilo Erê lê lê zalimê, mi go hayê sed carî dilê mi bi hayê Lê lê bilmezê, mi go hayê sed carî dilê mi bi hayê De bejna te zirav e ta rihana de li heywanê Eniya te kewej e, mîrata deq lê nayê De sing û berê te spî dike bîna pelek berfa li çiyayê Belqîzayê Çavê te direşin bîna çavên qîza paşayê bajarê Londerayê De hina ser tilî pêçîkê te bînana hina tilî pêçîkê Ûsiv û Zelîxayê De çawa Mem û Zînê li bajarê Cizîrê ketine bin ebayê Lê lê malxirabê, ev heft saliya minê ketî sala heştayê De wezê felek digerim ji xwe ra li dewran û li dinyayê Diçime Humikê dageriyame Humayê Ez ê diçûme Sêwiregê dageriyame Rihayê Çûme Kerkûkê dageriyame bajarê Londerayê De min ê ramûsanekê ji bejn û bala zirav stendiye Dikim nakim tama ramûsanê vê terezê bîna sêvê Meletî Pûrteqalê Bêrûdê, xurmekî Bexdayê, de hinarê Zivzikê, bastêqê Eglê, gûşîkî tiriyê Sincenî Tama ramûsanê vê terezê ji dev û lêvê min dernayê, yeman yeman dilo Ax dilê lê lê lê yeman, lê lê lê yeman, lê lê lê yeman, lê lê lê yeman De mi go de te yarî te gotî min eman, rojekê kêf û şayekî li mala bavî sewdaliya mi geriya Mi dî sewdayê avête serê xwe şarekî reşî Huma, li pişta xwe girêda mîratî kesrewan De çavê minî kete reşîkî kesrewanê ket bi erdê û qetil û qet neman sewdam lê lê Ax dilê lê lê lê yeman, lê lê lê yeman, sewdaliya minê lê yeman Dinya nema ji bo Rostemî Zal xwedanî gurzî giran Lê lê sewdaliyê minê dinya nema ji bûyî pêxemberî êxirî zeman Lê lê sewdaliyê dinya nema ji bûyî Cimcimî siltan di xerc û xirac distend ji masîkî binî behran Yeman sewdaliya min yeman 835 Ax dilê lê lê lê yeman, lê lê lê yeman Lê lê zalimê te min kirî del û dîwanekî avêtî bajarê Misûlê Xweş tê dengê şîrqeşîrqê kelek û li rûbarî wergeriya Lê lê sewdaliya minê te bajarî, evdalê nava welatî bajarê Bexdayê ciyê Ereban wan şerqiya Lê lê zalimê te mi avêtî bajarê Rewandizê ciyê kihêl û manekiyan Yeman yeman yeman sewdaliya min yeman

Bêjebêje © 2015-2024