Karabêtê Xaço
Mêvano
A de were mêvano, oy oy oy oy, de mêvan, mêvan, mêvan, mêvan, mêvan
mêvan, mêvan, mêvan, mêvan, mêvan, mêvan, way, way
De were mêvan, mêvano qurban
Mêvanekî hatiye mala bavê min, mêvanî li min aye nekir
De wez ê jê ra şîvê daynim şîr î şekir
Hergî xwariye xwariye, hergî nexwariye
Minê nîvê şevê bişkoka spî zer memika mêvano qurbano lo lo li ber vekim
Were divê gede lawikê min î li ser rê
Di vî çaxî kavilê gunda mala bavê mi mahrûma Xwedê ramûsanekê li mi
xwestiye mi nedayê
Weyla, mi ne wa mi nemayê, we maciyek bûm jî lê lê lê lê lê lê serê xakê
Were mêvan ha ha ha, mêvano qurban
Mêvanekî hatiye mala bavê lê lê lê lê lê mi mêvanî
Minê di êvar da jê ra deste lihêf doşekê lê lê lê lê qutnî danî
Wergê razaye, xwe razaye, wergê ranezabe
Mine nîvê şevê taxima zer memika lê lê lê lê li ber danî
Were mêvan, mêvano qurban
Wava kavilê gundê me lê lê lê lê lê şerbet e
De tu were mala bavê min mêvanî û avê mi bixwaze
Ez ê destê rastê, were lo lo lo lo, avê lê lê bidime dest e
Wez ê destê çepê te ra lê lê lê lê lê lê lê lê lê têxime kemberbest e
Lawiko qurban ez ê kavilê gunda da bi xwey xwedanê min gelek in
Ciyê dîtina, dudila, çarçeva, hay lê nizanim çima lê lê me bûye lêlê bi hesret e
Were lo lo were mêvan