a photo of Karabêtê Xaço

Karabêtê Xaço

Qasimo

Qasimo birayê mino, şevê di şevreşa De Qasimo birayê mino, şevê di şevreşa De giran e nijda Xisalkan û Gêsa xwe berdane dora gundê Cano Ketine xunebara xwe berdane bendê hewşa Û derbekî lê dane li Qasimê Meyro, delalê dilê xanim xatûnê Û ji mala Qasimê Meyro qelandin tovê ebareşayê Û menal, menal, menal, Qasimo bira ti menale De gavê ti dinalî li mi xew nayê, gavê cî şer û qewxayê bi Xwedê sebra dilê min î bi te nayê lo bira De Qasimo biray mino, şevê şev barana De Qasimo û biray mino, şevê lo şev barana way Giran e nijda Xisarkan û Gêsa xwe berdane dora gundê Cano Lawo ketine hewşa, xu berdane xunebara Û derbekî lêdane li Qasimê Meyro, delalê dilê xanim xatûnê Û ji mala Qasimê Meyro qelandin tovê xweşmêr û nijdevana lo bira De menal, menal, menal, menal Qasimo bira ti menale Û gavê ti dinalî lawo li min xew nayê, gavê cî şer û qewxayê sebra dilê min î bê te nayê lo bira De Qasimo bira min û xirabe gundê Cano bi kirav e De divê ba tê baran lo qet venake De mala Qasimê Meyro delalê dilê xanim xatûnê Par vî çaxî ciyê şêwr û mişêwra bû û sala vê salê Derbekî lêdane li Qasimê Meyro delalê dilê xanim xatûnê Û Mala Qasimê Meyro bîna xanek ji xanê di xirabe De menal, menal Qasimo bira ti menale Û gavê ti dinalî li min xew nayê, gavê cî şer û qewxa sebra dilê mi bê te nayê lo birayê

Bêjebêje © 2015-2024